Zaxarova: Tirkiye bi berpirsiyarî tevdigere

Zaxarova ew welatên ku diplomatên wan dersînor kirî, bi bandorîkirin a London û Washington wesf kir, lê pesnê Tirkiyê da û welatek xwedî berpirsiyarî binav kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdara Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova helwêsta Tirkiyê girêdayî “Bûyera Skripal” ku li Brîtanyayê rûdayî û welatên Rojava hemberî Rûsya tedbîr girtî, bi berpirsiyarî binav kir.

Piştî “Bûyera Skripal” ku li Brîtanya rûdayî û London Rûsya bi jehrîkirina sîxûrek berê tewanbar kirî, geêlek welatên Rojaba diplomatên Rûsyayê dersînor kirin, lê Tirkiye ku bi xwe endamê NATO ye, tu helwûst beramberî Rûsya wernegirt.

Zaxarova ew welatên ku diplomatên wan dersînor kirî, bi bandorîkirin a London û Washington wesf kir, lê pesnê Tirkiyê da û welatek xwedî berpirsiyarî binav kir.

 

C.B