Tirkiye ji daxûyaniyên Trump dilxweş, ji yên Macron dilgiran e
Serokwezîrê Tirkiyê dibêje, daxûyaniyên Serokomarê Fransayê nayên qebulkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Tirkiyê dibêje, daxûyaniyên Serokomarê Fransayê nayên qebulkirin.
Serokwezîrê Tirkiye Binalî Yildirim ragihand, daxûyaniyên Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di derbarê navbênkariya, di navbeyna Tirkiyê û YPG de ne cihê qebûlkirinê ne.
Di dema vegera xwe ji Bosna bo Enqere, Serokwezîrê Tirkiyê ji rojnamevanan re got, Tirkiye destpêşxeriya Macron red dike û pêşwaziyê li helwesta Trump di derbarê vekşandina hêzên xwe ji Sûriyê dike.
Serokê Fransa Emmanuel Macron ragihandibû, welatê wî amade ye navbênkariyê, di navbeyna Tirkiyê û YPG de, ji bo bidawîanîna pirsgirêkan bike.
C.B