Çevik: Bêyî Rûsya, Tirkiye li Suriyê nekarîbû gavek bavêje

Şêwirmendê Serokomarê Tirkiyê Ilnur Çevik di CNN Turk de diyarkir ku, Operasyona Efrînê ya Artêşa Tirk û çekdarên bi ser ve, bi alîkarî û piştgiriya Rûsya lidar ket

K24 – navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Serokomarê Tirkiyê Ilnur Çevik di CNN Turk de diyarkir ku, Operasyona Efrînê ya Artêşa Tirk û çekdarên bi ser ve, bi alîkarî û piştgiriya Rûsya lidar ket.

Çevik destnîşankir: “Di dema dawî de Rûsya dixwaze xwe bi Serokomarê me re hevalbend nîşan bide. Herweha pêngavên baş jî di vê çarçoveyê de davêje. Ez ji 10 xalan 10an didim Rûsya. Ger Rûsya saheya esmanî ji Tirkiye re venakiribiya li El Bab û Efrînê ne Operasyon, me nekarîbû firokeyek bêbelafirvan jî rakin. Her gava me bi alîkariya Rûsya lidar ket”.

Çevik herweha got ku, niha destê Tirkiye li Suriye gelek bihêz e. Rûsya ye, Îran e û Tirkiye ye. Amerika liser kursiyek şkestî rûniştiye.

 

C.B