Se'idî Pîre: Dr Berhem wek keşeyekî diaxive
Pîre: Ji van kesan re bipirsin: Dema hûn van gotinên bişewq niha dibêjin, çima gava hûn di Hikûmetê de bûn wan ev gotin nedikirin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Endamê polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Se'idî Ehmed Pîre, derbarê hilbijartinên dahatî, ku biryar e 12ê Gulanê bên encaman, ragihand ku bangeşeya hilbijartinan xweamadekirinê dixwaze, ji bo vê mebestê jî îro polîtbîroya wan dicive.
Derbarê birêveçûna kempînên bangeşeya hilbijartinan, Se'idî Pîre diyar kir, ku YNK tevgereke siyasî ye û Tevgera Goran jî wiha ye, lê ew tiştê Dr Berhem dike, şexsî ye û dibêje, ezê we dewlemend bikim û kerametê li we vegerînim û we bijînim û "Wek keşeyekî diaxive".
Pîre zelal kir, divê pirs ji wan kesan bêkirin, yên ku berî niha berpirsatiyeke bilind di destên wan de hebû û li nav YNK xwedî ezmûn bûn, ji wan re bê gotin: "Dema hûn van gotinên bişewq niha dibêjin, çima gava hûn di Hikûmetê de bûn we ev gotin nedikirin".
N.O