Putin gihişt Enqereyê
Hat ragehandin, her weha îro bi serpereştiya Putîn û Erdogan, Konseya Hevkarî ya Tirkiye - Rûsyayê dê heftemîn car di Koşka Serokomariyê de bicive.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn gehîşt Enqerê. Putîn, Erdogan û Rohanî sibê liser mijara Sûriyê dicivin.
Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn gehîşt paytexta Tirkiyê, Enqereyê. Putîn û Serokomarê Tirkiyê vê êvarê dê bi rêya vîdeokonferansê, beşdarî merasîma destpêkirina avakirina Navenda Atomî ya Mêrsînê bibin.
Hat ragehandin, her weha îro bi serpereştiya Putîn û Erdogan, Konseya Hevkarî ya Tirkiye - Rûsyayê dê heftemîn car di Koşka Serokomariyê de bicive. Piştî civînê tê çaverêkirin, her du serok civîneke rojnamevanî dar bixin.
Sibê Serokomarê Îranê Hesen Rohanî jî dê serdana Tirkiyê bike û her sê serok ên garantîkarên Astanayê, derbarê krîza Sûriyê de danûstandinan bikin.
C.B