Li Stenbolê 25 endamên HDPê hatin desteserkirin
Li bajarê Stenbolê 25 endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin destserkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Stenbolê 25 endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin destserkirin.
Aasayîşa Stenbolê bi ser avahiya HDPê ya Şaxa Avcilarê de girt û di nav avahiyê de lêgerînek berfireh kir. Di encama operasyonê de Hevserokên Avcilarê yên HDPê Şebnem Degerlî û Mahmut Çakan jî nav de 25 HDPeyî hatin destserkirin.
Heta niha nayê zanîn endam û rêveberên HDPê çima hatine desteserkirin û lêpirsîna wan berdewam dike.
S. B