Repbêj Reqso behsa Repa bi Kurdî dike
Repbêjê ciwan Reqso, ji bo Kurdistan24ê behsa serpêhatiya xwe ya derbarê Repa bi Kurdî kir.
K24 – Stenbol
10 sal berê ji Sêrtê derket û hate bajarê Stenbolê, ji bo xebatê. Di sala 2012an de yekemcar li Repa bi Kurdî gudarî kir û ev 4 sal in jî, hem Repa bi Kurdî distire û hem jî dinivisîne. Repbêjê ciwan Reqso, ji bo Kurdistan24ê behsa serpêhatiya xwe ya derbarê Repa bi Kurdî kir.
Wek li hemû cîhanê, di nava Kurdan de jî muzîka serhildanê Rep, her diçe bi pêş dikeve. Ciwanekî 24 salî, ji gundê Eyndara Misriciyê ya bi ser Sertê ve di sala 2012an de yekem car li muzîka Repê ya bi Kurdî guhdar dike û ji wê rojê bi şûnde biryarê radigire ku ew jî bi zimanê Kurdî bistre. Repbêj Reqso, 10 sal berê koçî Stenbolê dike ji bo xebatê. Wek her Kurdekî, ew jî, li vî bajarê xerîbiyê li rastî zehmetiyan tê. Lê ew dev ji Kurdayetiya xwe bernade û bi zimanê Kurdî dest bi nivîsandina Repê dike û bi şûnde jî distre. Reqso dibêje divê di her warê jiyanê de her Kurdek zimanê Kurdî bikarbîne, bi taybet jî hunermendên Kurd. Ji ber ku divê ew ji civakê re bibin mînak.
Repbêj Reqso ji K24ê re wiha axivî: "Di sala 2012an de Repa Kurdî ya profesyonel min guhdarî kir. Bala min kişand û min got, divê ez jî gavekê biavêjim di vê astê de. Kurdiya min ewqas ne pêşketîbû. Min tû perwerdehî nesitandibû wek her Kurdekî. Lê herkesê ku bi kultirê re têkîldar e, divê perwerdeya zimên bistîne. Ji ber ku civat te dişopîne, divê tû ji civatê re bibî wek mînakekê."
Di nava gotinên Repa Reqso de, ji êş û azarên Kurdan bigirin, heta evîn û têkoşîna wan ya man û nemanê mirov dikare her tiştî bibîne. Li gorî Reqso, ji aliyê naverokê ve gelek kes Dengbêjî û Repê dişibînin hev. Heta ew dibêje, wek ku ev muzîk ji bo Kurdan bixwe hatiye afirandin; ji ber aliyê xwe yê serhildêr.
Reqso dibêje: "Em di ergnîgariyeke wisa de ne ku tû wek Kurdek bî, ev muzîk wek ku bo te hatiye afirandin. Bingeha vê muzîkê jî ji zordestî û zordariyê hatiye. Wek muzîkeke serhidêr e. Yên ku vê muzîkê çêdikin û dafirînin yanî dibêjin em serî hildidin, li hemberî sîstemê, bi awayekî hunerî."
Ciwanê Kurd, Repbêjê bi zimanê Kurdî Reqso diyar dike, ji ber nasnameya wî ya Kurdayetiyê ne tenê ew, her Kurdekî li hemû bajarên Tirkiyê dijî, li beramberî astengî û zordariyan mane. Ne tenê di warê hûnerî de, ji karker û xebatkaran bigirin di her warê jiyanê de. Ew dibêje, ji parastina nasnameya netewperweriyê, her çi dibe bila bibe, divê Kurd tû carî dev ji zimanê xwe bernedin û di pergala hov ya bajarên mezin de eslê xwe ji bîr nekin. Repbêje Kurd Reqso niha li kafe û baran dibêje bi tenê, armanca wî ew e ku di demek kinde bi awayekÎ profesyonel albûmekê derxe û derkeve pêşperî guhdaran.