Rewşa Awarte li Tirkiyê cara 7emîn tê dirêjkirin
Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partî Hayatî Yazicî da xuyakirin, ew wek hikûmet di wê baweriyê de ne ku divê rewşa awarte bê dirêjkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê, piştî hewldana derbeya serbazî ya 15'ê Tîrmehê, di 21'ê Tîrmehê de rewşa awarte hatibû ragehandin û heta niha 6 caran hatibû dirêjkirin.
Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partî Hayatî Yazicî da xuyakirin, ew wek hikûmet di wê baweriyê de ne ku divê rewşa awarte bê dirêjkirin û piştî civîna Ewlekariya Netewî dê biryarname 18'ê nîsanê were Parlamentoyê. Tê çaverêkirin bi dengên AK Partî û MHP cara 7emîn, rewşa awarte were dirêjkirin.
HDP û CHP dijî dirêjkirina rewşa awarte ne û dibêjin, hikûmeta Tirkiyê dixwaze, heta hilbijartinên serokatî rewşa awarte berdewam bike ku bikaribe her tiştê kontrol bike.
C.B