Teqîneke bihêz di nav milîsên Îranê de li Sûryê çêbû
Teqîn li başûrê parêzgeha Helebê çêbûye û piraniya çekdarên ketine ber wê teqînê de, ser bi Îranê ve ne û piştevaniya rêjîma Sûryê dikin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Li gorî malpera (El-Erebî Post), duh teqîneke bihêz di bingeheke serbazî ya hêzên rêjîma Sûryê de çêbû, ku hejmareke mezin ji çekdarên milîsên Îranî li nav wê bingehê bûn.
Wê malperê ji jêderekî haydar wergirtiye, ku teqîn li başûrê parêzgeha Helebê çêbûye û piraniya çekdarên ketine ber wê teqînê de, ser bi Îranê ve ne û piştevaniya rêjîma Sûryê dikin.
Malperê ti zanyarî derbarê hejmara kuştî û birîndaran û ziyanên ku ji encama teqînê çêbûne, nedaye xuyakirin.
Ji destpêka kirîza Sûryê ve, Komara Islamî ya Îranê, hejmareke mezin ji endamên Pasdaran û şêwirmendên serbazî şandiye Sûryê, ji bo piştevaniya rêjîma Esed bikin, heya niha jî bi dehan çekdarên milîsên Îranî û endamên Pasdaran, di şerê Sûryê de hatine kuştin.
N.O