Esed cihê bihnvedana zarokên xwe eşkere dike

Esed: Zarokên min bi awayekî baş ji zimanê Rûsî têdigên, ji ber ku demekê li Kirîmya mabûn.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Sûrya Beşar Esed, ji şandeke Perlemana Rûsî re ragihand, ku sala derbasbûyî, zarokên wî, bihnvedana xwe li Serbazgeha Navdewletî ya Zarokan "Artik" li Kirîmya qedandin.

Endamên şanda Perlemana Rûsî ku serdana Şamê kiribûn diyar kirin, ku Beşar Esed ji wan re gotiye: "Zarokên min bi awayekî baş ji zimanê Rûsî têdigên, ji ber ku demekê li Kirîmya mabûn".

"Artik" weke serbazgeheke navdewletî ji bo zarokan, di sala 1925an de hat vekirin û li nêzîkî gundê Grozov li başûrê Kirîmya dikeve.

Ew serbazgeh ji dema Yekîtiya Sovyetê ve, navdar bû, di wê serbazgehê de, çavdêriya çalakiyên zarokan tê kirin, herwiha zarok li wê tên rêxistin û fêrkirin û perwerdekirin.

N.O