Zanyariyên nû li ser bordûmankirina pêgehên Îranê li Sûryê
Wall Street Journal: Êrîşa Israîlî li ser firîngeha T4 armancên xwe bicî kir û tevahiya patriyên bergiriya ezmanî ya Îranê jinav bir
K24 - Navenda Nûçeyan
Rojnameya "Wall Street Journal" ya Amerîkî zanyariyên nû li ser bordûmankirina firîngeha T4 ya serbazî li nêzîkî Himsê, belav kiriye.
Ew firîngeh roja 9ê Nîsanê, ji aliyê firokeyên cengî yên Israîl ve hat bordûmankirin û rojnameyê di raporekê de, diyar kiriye, ku ew êrîşa Israîlê, piştî gotûbêjekê di navbera serokwezîrê Israîl Benjamin Netanyahu û serokê Amerîka Donald Trump de hat encamdan.
Li gorî rojnameyê, Israîl di wê êrîşê de, nûtirîn sîstema bergiriya ezmanî ya Îranê têkşikand, ku li firîngeha T4 hatibû danîn û armanca wê sîstemê ew bû, ku rê li pêşya firokeyên Israîlê bigire.
Herwiha rojnameyê tekez kiriye, ku êrîşa Israîlî armancên xwe bicî kirin û tevahiya patriyên bergiriya ezmanî ya Îranê jinav birin û cihê firîna firokeyên bêfirokevan yên Îranê li wê bingehê wêran kirin.
Wê rojnameyê diyar kir, ku Amerîka pêbend e bi alîkarîkirina Israîl, ji bo hejmûna Îranê li Sûryê sînordar bike.
N.O