Îran: Rewşa Sûryê cenegeke sar di nav Amerîka û Rûsya de pêxistiye

Birucerdî: Bûyerên Sûrya, qonaxeke nû di cenga sar ya di nav Mosko û Washingtonê de çêkiriye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Komîta Ewlehiya Netewî û Siyaseta Derve ya Encûmena Şûreya  Islamî ya Îran Elaedîn Birucerdî, diyar kir, ku rewşa siyasî di nav Amerîka û Rûsya de, dide xuyakirin ku cengeke sar di nav herdu aliyan de heye û ew yek wê deriyê qonaxeke nû li ser kirîza Sûryê veke.

Elaedîn Birucerdî, di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, ku "Berî demekê cenga sar di nav Amerîka û Rûsya de, destpê kiriye û bitaybet piştî ku Washington sizayên nû li ser Rûsya sepand û piştî bûyerên vê dawiyê û êrîşa mûşekî ya welatên rojava li bingehên rêjîma Sûryê, lewra niha cengeke sar di nav herdu aliyan de derketiye".

Birucerdî diyar kir, ku bûyerên Sûrya, qonaxeke nû di cenga sar ya di nav Mosko û Washingtonê de çêkiriye.

Wî berpirsê Îranî got: "Heger Amerîka bixwaze li ser wê lîstikê berdewam be, ewê rastî karvedanan bê û ziyan wê li Ameîrka û ewlehiya navçeyê jî bê".

N.O