Yekîtiya Ewropa: Biryara Koryaya Bakur gaveke erênî ye

Yekîtiya Ewropayê pêşwazî li biryara Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un a rawestandina taqîkirina atomî û mûşekên Ballistic ên kişwarbir kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekîtiya Ewropayê pêşwazî li biryara Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un a rawestandina taqîkirina atomî û mûşekên Ballistic ên kişwarbir kir.

Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini di daxuyaniyekê de ragihand, Yekîtiya Ewropa hêvî dike encamine baş ji hevdîtinên çaverêkirî yên di navbera Amerîka û Koryaya Bakur û yên di navbera Koryaya Başûr û Koryaya Bakur de derkevin.

Di daxuyaniya Mogherini de hat jî, biryara Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un a rawestandina taqîkirina atomî û mûşekên Ballistic ên kişwarbir kir, nîşaneke erênî ye.

Ajansa Koryaya Bakur ragihand, Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un di daxuyaniyekê de ragihand, êdî pêwîstiya Pyongyangê bi taqîkirina nukleerî û mûşekên Ballistic ên kişwarbir nîn e.

Herwiha tekezî li ser wê yekê kir, ku Yekîtiya Ewropayê bi her awayekî piştevaniyê di warê jinavbirina çekê atomî de dike.

Ji aliyekî din ve, hikûmeta Brîtanyayê jî ev gava Koryaya Bakur bi erênî binav kir û hêvî xwast ku ev yek nîşanek niyazpakiyê be ji bo destpêkirina danûstandinan.   

 

S. B