NY: 300 milyar Dolar ji dubare avakirina Sûriyê pêwîst e
Nûnerê Bernameya Xwarakê ya Navdewletî ya ser bi Netewên Yekgirtî ve Jacob Kern ragihand, dubare avakirina Sûriyê pêwîstiya wê bi 200-300 milyar Dolar heye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Nûnerê Bernameya Xwarakê ya Navdewletî ya ser bi Netewên Yekgirtî ve Jacob Kern ragihand, dubare avakirina Sûriyê pêwîstiya wê bi 200-300 milyar Dolar heye.
Jacob Kern got, dubare avakirina jêrxaneya Sûriyê ji xanî, kargeh, kehrebê, herî kêm pêwîstiya wê bi 200-300 milyar Dolar heye.
Ev daxuyaniya Nûnerê Bernameya Xwarakê ya Navdewletî ya ser bi Netewên Yekgirtî ve di demekê de ye, niha welatên bexşende li Brûkselê kongreyeke navdewletî derbarê Sûriyê de bi rê ve dibin, ku zêdetir ji 85 welat û rêxistinan tê de beşdar in.
Berî niha berpirsekî Amerîkî yê pile bilind ragihandibû, Amerîka naxwaze beşdariyê di avakirina deverên jêr destê Hikûmeta Sûryê de bike.
S. B