Projebiryarek: Amerîka tenê deverên HSDê ava dike

Encûmena Nûneran a Amerîkî deng li ser projebiryara qedexekirina pêşkêşkirina alîkariyan ji deverên di destê hikûmeta Sûriyê de da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Nûneran a Amerîkî deng li ser projebiryara qedexekirina pêşkêşkirina alîkariyan ji deverên di destê hikûmeta Sûriyê de da.

Li gor wê projebiryarê, Amerîka di navbera salên 2019 û 2023an de alîkariyên ji bo dubare avakirina Sûriyê ji navçeyên di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re pêşkêş dike.

Her li gor wê projebiryarê, Amerîka alîkariyan ji navçeyên hikûmeta Sûriyê re pêşkêş nake, tenê heger Serokê Amerîka li wê yekê mikur hat ku rêjîma nema sivîlan dike armanc û pêşketinek di dosya mafên mirovan de kir û pabendî peymanên navdewletî bû.

Biryar e Encûmena Pîran a Amerîkî deng li ser vê projebiryarê bide û Kongress di pişt re wê pesend bike.  

Berî niha jî Wezareta Derve ya Amerîkî ragihandibû, berî destpêkirina prseya veguhastina siyasî li Sûriyê, ew alîkariyan nade Îran û Rûsya ji bo dubare avakirina Sûriyê.

Nûnerê Bernameya Xwarakê ya Navdewletî ya ser bi Netewên Yekgirtî ve Jacob Kern ragihandibû, dubare avakirina Sûriyê pêwîstiya wê bi 200-300 milyar Dolar heye.

 

S. B