Mela Bextiyar, Hişyar Zêbarî û Hadî Elî behsa pêgeha Herêma Kurdistanê ji piştî hilbijartinan dikin
Îro di yekemîn çalakiya Navenda Lêkolîn û Rapirsiyê ya Kurdistan24ê de, panela sê berpirsên bilind ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) tê birêvebirin û mijara pêgeha Herêma Kurdistanê ji piştî hilbijartina parlemantoya Iraqê tê guftûgokirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro di yekemîn çalakiya Navenda Lêkolîn û Rapirsiyê ya Kurdistan24ê de, bi panela sê berpirsên bilind ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) tê birêvebirin û behsa pêgeha Herêma Kurdistanê ji piştî hilbijartina parlemantoya Iraqê tê kirin.
Panel bi navê “Pêgeha Herêma Kurdistanê di proseya siyasî ya Iraqê ji piştî hilbijartinên 2018an de” ye û her yek ji Berpirsê Desteya Karîger yê Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar, Endamê Polîtburoya PDKê Hişyar Zêbarî û Serokê Encûmena Siyasî ya Yekgirtû Hadî Elî tê de beşdar dibin û gotarên xwe pêşkêş dikin.
Navenda Lêkolîn û Rapirsiyê ya Kurdistan24ê îro demjimêr 16:00 bi dema Hewlêrê tê vekirin û panel jî hevdem e bi germbûna bangeşeya hilbijartinên parlemantoya Iraqê re, bi taybet şertûmercên nû ji piştî roja 16ê Cotmeha bûrî ve û şerê DAIŞê hatine.
Niha Iraq û Herêma Kurdistanê ber bi qonaxeke nû diçe bi taybet ji piştî hilbijartinan û şerê DAIŞê ve. Beşeke mezin ji aliyên Herêma Kurdistanê jî bi kar bi germî dikin ji bo hejmareke mezin ji kursiyan bidest bixin, lê bûyerên Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yê li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê metirsiyên cidî xistiye ser pêgeha siyasî ya Kurd li Bexdayê.
Di dema bûrî de hikûmeta Bexdayê hewla sînordarkirina pêgeha Herêma Kurdistanê da û ji ber birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê, hejmarek biryar jî li dijî xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê derkiribû û çendîn dorpêç û siza li Herêma Kurdistanê sepandibû.
Ji ber wê rewşê, komek pirsên cidî li ser pêşeroja Kurd li Bexdayê derketine, ta beşek ji welatiyên Herêma Kurdistanê baweriya wan bi desthilata Iraqê nemaye. Her ji bo wê jî her sê berpirsên pilebilind ên YNK, PDK û Yekgirtû di panelê de girîngiya axaftina xwe derbarê pêgeha Herêma Kurdistanê di proseya siyasî ya Iraqê de dikin.

Dezgeha Kurdistan24 bo Ragihandin û Lêkolînan roja 31.10.2015an telefisyon, malper û sosyal medya dest bi karê xwe kir û di pişt re radyoya Kurdistan24 kete nava kar. Piştî nêzîkî du sal û nîv ji kar, îro êvarê 25.4.2018an Navenda Lêkolîn û Rapirsiyê jî dest bi kar dike û yekemîn çalakiya wê jî bi panela wan her sê berpirsên bilind ên aliyên siyasî dest pê dibe.
Panel bi awayekî zindî li televisyon, malper, radio û sosyal medyaya Kurdistan24ê tê weşandin.
S. B