HUDA-PAR: Dengên Kurdan dê bandorek berfereh di hilbijartinê de hebe

Partiya Doza Azad HUDA-PAR giringiya dengên Kurdan di hilbijartina pêşwext a Tirkiye de wekî bibandor dinirxîne

K24 – Navenda Nûçeyan

 Partiya Doza Azad HUDA-PAR giringiya dengên Kurdan di hilbijartina pêşwext a Tirkiye de wekî bibandor dinirxîne. Endamê Desteya Birêvebir a HUDA-PAR Vedat Turgut beşdarî bernameya nûçeyî ya Kurdistan24 bû û diyarkir ku, HUDA-PAR ji sedî 90-95 bîngeha wê Kurd in û Serokê wê bi xwe Kurd e. Turgut anî ziman ku, beşdariya HUDA-PAR di hilbijartinan de ji alî raya giştî ve bi erênî hatiye pêşwazî kirin.

Herweha diyarkir ku, Di bernameya HUDA-PAR de mafên Milletê Kurd û parastina wî mafî hatiye ziman. Herweha daxwazkir ku, demokratên Kurd, muhafazakarên Kurd giringiyê bidin dengên xwe.

Vedat Turgut desnîşankir ku, 24-25 milyon Kurd li Tirkiye û bakurê Kurdistanê hene û bêguman dengên wan dê gelek bibandor bin. Aliyên ku rastiya Kurd nizanibin, dê nikarin dengên Kurdan bidest bînin.

 

 

C.B