Wezîrên derve yên Rûsya û Tirkiyê û Îran ji bo rewşa Sûryê li Mosko dicivin
Ajansa Tas a Rûsî: Sibe wê li ser daxwaza Rûsya civînek di navbera wezîrên derve yên Rûsya, Tirkiya û Îranê de, li Mosko bê lidarxistin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Li gorî Ajansa Tas a Rûsî, sibe wê li ser daxwaza Rûsya civînek di navbera wezîrên derve yên Rûsya, Tirkiya û Îranê de, li Mosko bê lidarxistin.
Li gorî heman ajansê, di civînê de, wê hersê alî, dawîn pêşhatên Sûryê piştî êrîşa sê alî ya Amerîkî, Biîtanî û Frensî gotûbêj bikin, herwiha wê behsa destpêkirina danûstandinên Astanyê jî bikin.
Ji aliyê xwe ve peyvdara wezareta derve ya Rûsî Maria Zakharova ragihand, ku di hevdîtina hersê aliyan de, wê li ser rêketina etomî ya îranê jî gotûbêj hebin.
N.O