Opozisyona Sûriye hêzên Erebî li Sûriye naxwaze
Peyvdarê Desteya Danûstandinan a Opozisyona Sûriyê Yehya El Erêzdî ji bo Kurdistan24 ragihand, pêwîstiya Sûriyê bi hêzên zêdetir nîn e û got, şandina hêzên din ji bo Sûriyê dê aloziyan zêdetir bike
K24 – Navenda Nûçeyan
Opozisyona Sûriyê li dijî şandina hêzên Erebî ji bo wî welatî ye.
Peyvdarê Desteya Danûstandinan a Opozisyona Sûriyê Yehya El Erêzdî ji bo Kurdistan24 ragihand, pêwîstiya Sûriyê bi hêzên zêdetir nîn e û got, şandina hêzên din ji bo Sûriyê dê aloziyan zêdetir bike.
Peyvdarê Desteya Danûstandinan ê Opozisyona Sûriyê, herweha ji Kurdistan24 re got, zerermendê sereke ji zêdebûna hêzan li ser xaka Sûriyê, Sûriya û xelkê wê ne. Tekez kir ku, ew hebûna ti hêzan li ser xaka Sûriyê naxwazin û bi taybetî jî mîlîsên Îranî û hêzên Rûsya.
Beriya niha Serokê Amerîka Donald Trump behsa şandina hêzên Erebî kiribû, ku dê cihê hêzên Amerîkî li wî welatî bigirin.
C.B