Amerîka gefa vekişîne ji rêkevtina etomî dike
Serokê Amerîka Donald Trump ragihand, heger rêkevtina etomî li gel Îranê neyê rastkirin, ewê xwe ji wê rêkevtinê bikişînin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Serokê Amerîka Donald Trump ragihand, heger rêkevtina etomî li gel Îranê neyê rastkirin, ewê xwe ji wê rêkevtinê bikişînin.
Piştî civîna wî li gel şêwirmenda Almanya Angela Merkil, serokê Amerîka Donald Trump tekez kir, ku pêwîst e rêkevtina etomî ya li gel Îranê were rastkirin, heger na, ewê xwe ji wê rêkevtinê vekşînin.
Biryar e serokê Amerîka di 12ê meha bê de, dawîb biryara xwe derbarê man yan jî derçûn ji rêkevtina etomî ya li gel Îranê bide.
Berî niha jî, serokê Amerîka daxwaza rastkirina wê rêkevtinê kirbû, hevdem li gel wê daxwazê, çendîn caran Hikûmeta Israîlê dijatiya xwe ji wê rêkevtinê daye xuyakirin û daxwaza hilweşandina wê dikir.
N.O