Rûsya: Em amade ne kirîza Sûryê li gorî biryara 2254 çare bikin

Lavrov: Mosko amade ye li gorî biryara 2254 ya Encûmena Ewlehiya Navdewletî, çareyeke herdemî ji kirîza Sûryê re bibîne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov, ji hevpostê xwe yê Frensî Jean-Yves Le Drian re, behsa encamên civîna sê alî ya Rûsî, Tirkî û Îranî kir.

Di daxuyaniyekê de, wezareta derve ya Fransa ragihand, ku herdu wezîrên derve Le Drian û Lavrov di pêwendiyeke telefonî de, dawîn pêşhatên Sûryê gotubêj kirine, bitaybetî rewşa wî welatî piştî êrîşa 14 Nîsanê ku ji aliyê Amerîka, Frensa û Birîtanya ve li dijî bingehên rêjîma Sûryê hat encamdan.

Li gorî wê daxuyaniyê, Lavrov ji Le Drian re gotiye: "Êrîşa sê alî pêşveçûnên di civînên Sochi û Astana de çêbibûne, bi şûnde vegerand".

Herwiha wezîrê derve yê Rûsya ji hevpostê xwe yê Fransî re tekez kiriye, ku Mosko amade ye li gorî biryara 2254 ya Encûmena Ewlehiya Navdewletî, çareyeke herdemî ji kirîza Sûryê re bibîne.

Biryara 2254 ya derbarê Sûryê, di 18/12/2015an de bi tevahiya dengan ji aliyê Encûmena Ewlehiya Navdewletî hat stendin û têde hatiye, ku pêwîst e veguhestina siyasî li Sûryê bê encamdan. Lê heya niha rêjîma Sûryê xwe ji bicîkirina wê biryarê didize.

N.O