Kenaleke Amerîkî cihê dîdara Trump û Kim eşkere dike
Kenala CBS ya Amerîkî: Yekem dîdara di nav serokê Amerîka Donald Trump û serokê Korya Bakur Kim Cong Un de, wê li Mengolya yan li Sengapûra be.
K24 - Navenda Nûçeyan
Kenala CBS ya Amerîkî, ji ser zimanê berpirsekî ji îdara Amerîkî belav kiriye, ku yekem dîdara di nav serokê Amerîka Donald Trump û serokê Korya Bakur Kim Cong Un de, wê li Mengolya yan li Sengapûra be.
Wê kenalê diyar kiriye, ku Trump di kongirekî rojnamevanî hevbeş de li gel şêwirmenda Almanya Angela Merkil, behsa wê yekê kiriye, ku du dewlet ji bo wê dîdarê hatine destnîşankirin.
Heya niha jî, serokwezîrê Sengapûra, ew nûçe piştrast nekiriye û di daxuyaniyekê de ragihand, ku heya niha ne Amerîka û nejî Korya Bakur ti daxwazek di wê derbarê de ji wan nekirine.
Berî niha jî serokên herdu Koriyan li Korya Başûr civiyan û rêketina aştiyê û jinavbirina çekên etomî îmze kirin û ragihandin ku ewê kar ji bo aramiya navçeyê bikin.
Di 18ê vê mehê de jî, serokê Ameîrka Donald Trump eşkere kir, ku Mike Pompeo berî ku bibe wezîrê derve yê Amerîka Serdana Korya Bakur kir û civîna wî li gel serokê wî welatî bi nayab binav kir.
N.O