Îran guherînan di Rêkeftina atomî de napejirîne

Neqawî got: “Me rêkeftin heye û em guherînan qebûl nakin”.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Komisyona Asayişa niştimanî û siyaseta derve yê Parlementoya Îranê Seyid Husên Neqawî, ragihandinên Amerika, Almanya û Fransa ku dê hin guherînan bînin rêkeftina atomî ya ligel Îranê, wekî helwêstek ku tu caran ji alî Îranê ve nayê pejirandin binavkir. Neqawî got: “Me rêkeftin heye û em guherînan qebûl nakin”.

Neqawî ji TasnimNews re eşkere kir ku, ger  Amerika ji rêkeftina atomî vekişe, dê Îran jî vekişe. Jiber ku tu wateya man a di rêkeftinê de namin e.

Neqawî herweha destnîşankir ku, girêdayî rêkeftina atomî ew dest bi danûstandinên nû nakin.

Her îro di seredana xwe ya ji bo Siûdiyê de Wezîrê derve yê Amerika Pompeo diyar kiribû: Îran li ser navçê gef e û vekişîna Amerîka ji rêkeftina atomî jî bijardeyek e li pêş Amerîkayê, heger ew rêkeftin neye serastkirin”.

 

 

 

C.B