Pentagon: Ta aştî li Sûriyê pêk neye venakişin
Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka Jim Mattis dibêje, ew hêzên xwe ji Sûriyê venakişînin, ta aştî li wî welatî pêk neye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka Jim Mattis dibêje, ew hêzên xwe ji Sûriyê venakişînin, ta aştî li wî welatî pêk neye.
Jim Mattîs ji rojnamevanan re ragihand, Amerîka û hevpeymanên wê ji serkeftineke dîrokî li ser DAIŞê nêzîk bûne û ew naxwazin Sûriyê bi tenê bihêlin û hîna şer li wî welatî heye.
Got jî: “Em naxwazin ji Sûriyê vekişin, berî dîplomatkar aştiyê pêk neyînin. Tu di şer de biser dikevî, piştre aştiyê pêk tînî.”
Mattis amaje bi wê kir, biryar e ew bi Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura re derbarê Sûriyê de bicive, ji bo pêşvebirina danûstandinên Cenêvê.
Ev daxuyaniya Wezîrê Bergîriyê ya Amerîkayê, bi bihêztirîn amaje tê hejmaretin, ku hêzên leşkerî yên Amerîka ne bi niyaz in di demeke nêzîk de ji Sûriyê vekişin.
Serokê Amerîka Donald Trump berî hefteyekê gotibû, ewê di demeke nêzîk de hêzên xwe ji Sûriyê vekişînin, lê li gor daxuyaniyên berpirsên bilind ên Koşka Spî û Pentagonê wê insane nade ku hêzên leşkerî yên Amerîka dê di demeke nêzîk de ji Sûriyê vekişin.
S. B