Ozçelik: Di derbarê hevdîtinên tifaqa hilbijartinan de ji raya giştî re agahdarî
Heta îro ji xeynî van 6 partiyên ku em bi hev re civînan li dar dixin, di derbarê tifaqa hilbijartinê de me bi tu partîyân re hevdîtin pêk neanîye û me bi tu partîyan re jî ji bo hilbijartinan tu tifaq çênekirîye
Derbarê xebat û hevdîtinên di navbeyna Partiyên Kurdistanî li bakur, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik daxûyaniyek arasteyî raya giştî kir. Kopyeyek jê gihişte K24, Ev naveroka daxûyaniyê ye:
Hevdîtinên di navbera PAK,PSK,PDK Bakur, PDKT, HAKPAR, Hereketa Azadî de, yên ji bo ava kirina tifaqa netewî-demokratîk ya ji bo hilbijartinan hatîye merhaleya dawî. Di nav van 6 partî û tevgeran de li ser prensîbên sîyasî û nexşe rêya tifaqê de hîna em negihîştine encamekê. Prensîbên sîyasî jî li ser bingehê qebûl kirina hebûna miletê Kurd û Kurdistanê; qebûl kirina perwerdeya bi zimanê Kurdî û daxwazên asgarî yên netewî u demokratîk in.
Ji nava van 6 partîyan yên ku li ser prensîbên sîyasî û nexşe rêya tifaqên hilbijartinê li hev bikin, di demeke herî nêz de dê tifaqa xwe ji raya giştî re îlan bikin. Piştî îlan kirina tifaqê dê li ser wan prensîbên ku hatine qebûl kirin, li gel alîyên sîyasî yên berfireh hevdîtin pêk werin.
Ew partîyen ku tifaqa mili demokratîk ya ji bo hilbijartinê îlan bikin , piştî hevdîtinên li gel alîyên din yên sîyasi, dê careke din bicive û li ser prensîbên siyasî dê encamên hevdîtinan binirxîne û li gorî wan nirxandinan dê şêweyê beşdarîya hilbijartinê zelal bikin.
Heta îro ji xeynî van 6 partiyên ku em bi hev re civînan li dar dixin, di derbarê tifaqa hilbijartinê de me bi tu partîyân re hevdîtin pêk neanîye û me bi tu partîyan re jî ji bo hilbijartinan tu tifaq çênekirîye.
Rica û daxwaza me ew e ku di derbarê helwesta PAKê de, ji xeynî daxuyanîyên PAKê , îtîbarê nedin tu nûçe û agahdarîyên din.
Li gel rêzên xwe
01.05.2018
Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê