Helwêsta Hevkariya Kurdistanî ya hilbijartinan sibe tê ragihandin
Hevkariya Kurdistanî ya hilbijartinê, helwêsta xwe ya derbarê hilbijartinê de, sibe (02 Gulan 2018) li cemiyeta Rojnamevanan a Diyarbekrê de, dê rabighîne raya giştî
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevkariya Kurdistanî ya hilbijartinê, helwêsta xwe ya derbarê hilbijartinê de, sibe (02 Gulan 2018) li cemiyeta Rojnamevanan a Diyarbekrê de, dê rabighîne raya giştî.
Ev demek e di navbeyna partiyên Kurdistanî de civîn û hevdîtin liser pêkanîna blokek Kurdî birêve diçin. Ev xebat a partiyên Kurdistanî gihiştiye encama xwe ya dawîn.
Hevkariya Kurdistanî ya hilbijartinê vexwendiname gihandiye destê K24 û sibe K24 dê agahdariyên derbarê helwêsta Hevkariya Kurdistanî ya hilbijartinê bigihîne temaşevan, guhdar û xwendevanên xwe.
C.B