Şandeke êlên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê serdana Îranê dike

Elî Ekber Wîlayetî: Seredana şandeke Kurdî ji bo Taranê, gotinên Washingtonê derew derxistiye, ku dibêje Kurd li Sûryê li gel Amerîka ne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê rêberê Îranê ji bo karûbarên navdewletî Elî Ekber Wîlayetî ragihand, ku heger Amerîka hêzên xwe ji Sûryê nekişîne, êlên Kurdên Sûryê, wê Amerîka ji rojhilatê çemê Firatê derxînin.

Li gorî ajansa Faris ya Îranî, şevê din Elî Ekber Wîlayetî li gel hejmarek ji serokhozên Ereb û Kurdên Sûryê civya ye û di wê civînê de, Wîlayetî gotiye, Kurdên Sûryê ji Amerîka û Israîlê re tekez kirine, ku hebûna wan li Sûryê nayê qebûlkirin.

Herwiha gotiye: Êlên Ereban û yên Kurdan wê şerê Amerîka bikin û heger Amerîka ji rojhilatê çemê Firatê dernekeve, wê demê êlên Kurdan û Ereban, wê Amerîka ji navçeyê derxînin.

Navhatî diyar jî kir, ku seredana şandeke Kurdî ji bo Taranê, gotinên Washingtonê derew derxistiye, ku dibêje Kurd li Sûryê li gel Amerîka ne.

Ajansa Îranî ya navhatî, ti zanyarî derbarê navên wan êlên Kurdî û kesatiyên Kurd yên li gel wê şandê serdana Taranê kirine, eşkere nekiriye.

N.O