Israîl gefa êrîşekê li rêjîma Sûryê dike

Avigdor Lieberman: Heger rêjîma Sûryê mûşekên S300 li dijî firokeyên me bikar bîne, emê wan mûşekan armanc bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê berevaniya Israîlê Avigdor Lieberman ragihand, ku ewê sîstema mûşekan ya S300 ya Rûsî li Sûryê armanc bikin heger li dijî welatê wî bê bikaranîn.

Avigdor Lieberman di hevpeyvînekê de li gel rojnameyeke Rûsî got: Em berjewendiyên Rûsya li Sûrya li ber çavan digrin û em bihêvî ne, ku Rûsya jî di warê ewlehiyê de, berjewendiyên Israîl li ber çavan bigire.

Herwiha Lieberman got: Heger Rûsya sîstema mûşekên S300 radestî rêjîma Sûryê bike û rêjîm wan mûşekan li dijî firokeyên Israîlî bikar bîne, bêguman emê wê sîstemê armanc bikin.

Berî niha jî, artêşa Israîlê çendîn caran êrîşî bingehê serbazî û yên stiratîjî yên artêşa Sûryê kiriye, ku di encamê de ziyanên mezin li artêşa Sûryê kiriye, lê ti carî artêşa Sûryê bersiva wan êrîşên Israîlê nedaye.

N.O