Rûsya: Armanca Amerîka hilweşandina Sûrya ye

Sergey Lavrov: Her ku diçe pêwendiyên me li gel Amerîka xirabtir dibin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov ragihand, ku Amerîka li Sûrya rêbaza têkdana wî welatî birêve dibe.

Sergey Lavrov diyar kir, ku Amerîka hebûna xwe li rojhilatê çemê Firatê xurtir kirye û rêbazekê li Sûrya birêve dibe armanc ji wê têkdana wî welatî ye.

Derbarê pêwendiyên wan bi Amerîka re Lavrov got: "Pêwendiyên me her ku diçe xirabtir dibin".

Herwiha got: "Mixabin em berdewam rastî van kêşeyan tên, neku tenê di pirsa pêwendiyên me û Amerîka de, lê di tevahiya doseyên navdewletî de ew nakokî hene û daxuyaniyên berpirsên Amerîkî li gel karên wan hev nagirin".

Berî niha serokê Amerîka Donald Trump ragihand, ku di demeke nêzîk de ewê hêzên xwe ji Sûrya vekişînin, lê di pey re Koşka Sipî û Pentagonê ragihandin, ku heya rêkevtineke aştiyê li Sûrya neyê girêdan, ew hêzên xwe ji wî welatî nakişînin.

N.O