Firokeyeke cengî Rûsî li Sûrya hat xwarê
Wezareta berevaniya Rûsya agihand, ku herdu firokvanên wê firokeyê di wê bûyerê de canê xwe jidest dane.
K24 - Navenda Nûçeyan
Riwangeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan ragihand, ku li bajarê Ceblê yê ser bi parêzgeha Laziqiyê ve, firokeyeke cengî Rûsî ji corê SU-30 li nav Derya Sipî ket xwarê.
Ji aliyê xwe ve, wezareta berevaniya Rûsya agihand, ku herdu firokvanên wê firokeyê di wê bûyerê de canê xwe jidest dane.
Roja şeşê Adara îsal jî, firokeyeke veguhestina serbazan a Rûsî li bingeha Himêmîm ya Rûsî li parêzgeha Laziqiyê ketibû xwarê û di encamê de 39 serbazên Rûsî hatibûn kuştin.
N.O