"Trump biryara vekişînê ji rêketina etomî ya li gel Îranê dide"

Reuters: Serokê Amerîka Donald Trump ji biryara vekişîna ji rêketina etomî ya li gel Îranê nêzîk bûye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî jêderên Koçka Sipî dibe ku serokê Amerîka Donald Trump biryara vekişînê ji rêketina etomî ya li gel Îranê bide.

Ajansa Reuters li ser zimanê berpirsên Koçka Sipî û hin jêderên haydar ji civînên navxwe yên Amerîka eşkera kiriye, ku Serokê Amerîka Donald Trump ji biryara vekişîna ji rêketina etomî ya li gel Îranê nêzîk bûye.

Li gorî çavdêran, dema ku Trump biryara nûkirina sizayan li ser Îranê bide, wê ew yek weke vekişînê ji rêketina etomî bê dîtin.

Di sala 2015an de, welatên pênc kom yek, rêketina etomî li gel Îranê îmze kirin, niha jî ew rêketin ji aliyê serokê Amerîka ve rastî gellek rexneyan tê, herwiha serokwezîrê Israîlê jî bi tundî li dijî wê rêketinê radiweste.

N.O