Serokê Korya Bakur dibe pasewanê jina xwe
Serokê Korya Bakur wênegirekî ji pêşiya riya jina xwe dide aliyekî.
K24 - Navenda Nûçeyan
Li gorî girte vîdyoyekê, ku li ser you tube hatiye belavkirin, serokê Korya bakur Kim Jong Un, wênegirekî ji riya hevjîna xwe dide alî, dema ku ew wênegir dixwaze wêneyekî ji hevjîna wî re bigire.
Ew bûyer li Korya Başûr çêbû ye, dema ku hevjînên herdu serokan di korîdorekê re, bi hev re diçin cihê çalakiyekê, hejmarek ji wênegiran têne pêşiya wan û wêneyan ji wan re digirin, di wê kêlîkê de, Serokê Korya Bakur li tenişta wênegirekî bû, dema ku wêne ji hevjîna wî re digirt, yekser Kim Jong Un wî wênegirî ji pêşya jina xwe dide aliyekî û rê ji jina xwe re vedike.
N.O