Wezîrê derve yê Birîtanya ji bo rewşa Sûryê serdana Amerîka dike
Wezîrê derve yê Birîtanya wê li gel berpirsên Amerîkî, kirîza Sûryê, rêketina etomî li gel Îranê û doseya Korya Bakur gotûbêj bike.
K24 - Navenda Nûçeyan
Li gorî ofîsa wezîrê derve yê Birîtanya, îro Boris Johnson wê serdana Amerîka bike û di çarçoveya wê serdanê de, wê li gel cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence û şêwirmendê ewlehiya netewî John Bolton û berpirsê siyaseta derve yê Kongirêsê bicive.
Herwiha ofîsê diyar kir, ku wezîrê derve yê Birîtanya wê li gel berpirsên Amerîkî, kirîza Sûryê, rêketina etomî ya li gel Îranê û doseya Korya Bakur gotûbêj bike û serdan wê du rojan dirêj bike.
Serdana wezîrê derve yê Birîtanya Boris Johnson di demekê de ye, ku Serokê Amerîka gefa vekişîna welatê xwe ji rêketina etomî ya li gel Îranê dike, herwiha 12 Gulanê weke dawîn molet ji bo rastkirina şaştiyên di rêketinê de hatine destnîşan kiriye, heger na wê Amerîka xwe ji wê rêketinê bikişîne.
N.O