Rûhanî ji Trump re: Hûnê poşman bibin
Trump: Heger şaştiyên di rêketinê etomî de hene, heya roja 12ê vê mehê neyên rastkirin, wê Amerîka xwe ji wê rêketinê bikişîne.
K24 - Navenda Nûçeyan
Serokê Îranê Hesen Rûhanî bersiva gefên serokê Amerîka Donald Trump derbarê vekişînê ji rêketina etomî dide û ji wî re dibêje, wê Amerîka poşman bibe.
Hesen Rûhanî di gotarekê de ragihand, ku Taranê amadekariyên berevaniyê li pêşya biryara vekişîna Amerîka ji rêketina etomî kiriye û heger Amerîka wê biryarê bide, ewê poşman bibe.
Berî niha serokê Amerîka Donald Trump, ragihandibû, ku ewê di roja 12ê vê mehê de, biryara dawî ya welatê xwe derbarê man yan vekişîna ji rêketina etomî ya li gel Îranê bide.
Herwiha Trump tekez kir, ku heger şaştiyên di wê rêketinê de heya roja destnîşankirî neyên rastkirin, wê Amerîka xwe ji wê rêketinê bikişîne.
N.O