Fransa: Em desthilata Esed li ser deverên ji DAIŞê hatine azadkirin red dikin

Fransa: Divê pêşeroja Sûrya bi riya danûstandinan li gel tevahiya aliyan bê destnîşankirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Balyoza Fransa li Rûsya Silvy Birman ragihand, ku welatê wê nema daxwaza derxistina Esed ji desthilatê dikin weke mercekî ji bo çarekirina kirîza Sûryê û ew lêdanên di dema dawî de li Sûryê encam dane, ne destpêka şerekî cîhanî sêyem e.

Silvy Birman di hevdîtinekê de li gel rojnameya Komersant derbarê pirsekê li ser çarenivîsa Esed got: Em ti biryarê di vê derbarê de, li şûna miletê Sûrya nastînin.

Birman eşkere kir, ku Frensa desthilata hêzên Hikûmeta Sûryê li ser wan deverên ku ji destê DAIŞê hatine derxistin red dike û got: Divê pêşeroja Sûrya bi riya danûstandinan li gel tevahiya aliyan bê destnîşankirin.

Derbarê lêdanên ezmanî Birman got: Ew armancên ketin ber êrîşan de, me bi hûrî li wan dan, herwiha me hêzên Rûsî haydar kirin, ew lêdanên ku hatin encamdan jî ne destpêka şerekî cîhanî sêyem e.

N.O