Hevpeymana Opozisyona Sûryê serokekî nû hilbijart
Endamên Hevpeymana Opozisyona Sûryê, Ebdilbasit Hemo, Dîma Mûsa, Bedir Camûs wek cîgirên serok hilbijartin
K24 - Navenda Nûçeyan
Opozisyona Sûryê li şûna Riyad Sêf, Ebdilrehman Mistefa wek serokê nû yê Hevpeymana Opozisyonê hilbijart.
Ofîsa ragihandinê ya dijberiya Sûryê zelal kir, ku Ebdilrehman Mistefa take berbijar bû ji bo Serokatiya Hevpeymanê û ji 83 dengan 66 deng di desteya giştî de bidest xistiye.
Herwiha endamên Hevpeymana Opozisyona Sûryê, Ebdilbasit Hemo, Dîma Mûsa, Bedir Camûs wek cîgirên serok hilbijartin û Nezîr El-Hekîm jî wek emîndarê giştî hat hilbijartin, ji bilî nûkirina desteya siyasî ku ji 19 endaman pêk tê.
Ebdilrehman Mistefa bi regez Tirkumanî ye û xelkê bajarê Cerablusê ye, herwiha piştî ku Riyad Sêf dest jikar kişand, Mistefa karûbarên serokatiya hevpeymanê birêve dibir.
Hevpeymana Opozisyona Sûrî di Mijdara sala 2012an de li Dewha paytexta Qeterê hat ragihandin û piştî salekê ji pêkanîna Hevpeymana Opozisyona Sûryê, Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûryê (ENKS) li ser bingeha rêketineke siyasî, hevparî li gel wê Hevpeymanê kir bi mercê mikurhatina destûrî bi hebûna gel û axa Kurd li Sûrya û çarekirina pirsa Kurdî li wî welatî li gorî peymanên navdewletî yên ku mafên netewan misoger dikin.
N.O