Putin bo serokatiya 6 salên din sûnd xwar

Vladimir Putin bo cara çarem dibe Serokê Rûsyayê û li Kremlînê sûnda yasayî xwar.

K24 – Navenda Nûçeyan

Vladimir Putin bo cara çarem dibe Serokê Rûsyayê û li Kremlînê sûnda yasayî xwar.

Îro Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di merasîmekê de li qesra Kremlînê sûnda yasayî bo parastina welatê xwe xwar û di merasîmê de jî got, ew têdigihe erkê wî yê mezin li hember gelê Rûsyayê û soz da ku bi hemû erkên xwe rabe ji bo geşepêdan û pêşeroja Rûsyayê.

Putin tekez kir, divê Rûsya biryarên dîrokê bide, da çarenivîsa wê welatî ji bo demeke dirêj diyar bike.

Valdimir Putin ji sala 2000 heta sala 2008an du demên 4 salî de bû Serokê Rûsyayê, piştre ji sala 2012an ji bo dema 6 salan bû Serokê Rûsyayê û îsal ji bo 6 salên din hat hilbijartin.

Ji aliyekî din ve, Putin berbijêrê xwe Dimitri Medvedev ji bo Serokatiya Hikûmetê pêşkêşî Encûmena Nûneran “Duma” kir.

 

S. B