Brîtanya: Sûriyê bi nehênî çekê kîmawî berhem tîne

Nûnerên Brîtanya li Netewên Yekgirtî radigihîne, hikûmeta Sûriyê hîna bi awayekî nehênî çekê kîmawî berhem tîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerên Brîtanya li Netewên Yekgirtî radigihîne, hikûmeta Sûriyê hîna bi awayekî nehênî çekê kîmawî berhem tîne.

Nûnerên Brîtanya li Netewên Yekgirtî Jonathan Allen berî rûniştina girtî ya Encûmena Asayişa Navdewletî ji rojnamevnan re ragihand, desthilatên Sûrî ta niha zanyariyên temam li ser çalakiyên xwe yên kîmawî nedane û her car bihaneyên cuda nîşan dide.

Jonathan Allen got jî: “Heger birastî Sûriyê çekê kîmawî bikar neaniye û heger Rûsya jî rast dibêje, çima ta niha formên pêwîst ên tevlîbûna di nava rêxistina qedexekirina çekê kîmawî temam nekirine û bersiva pirsan nedane.

Wî dîpolmasiyê Brîtanî amaje bi wê da, pêşkêşnekirina  wan forman gûman li cem hemûyan dirust kiriye û bersivnedana li ser pirsan ew e, Sûriye bi awayekî nehênî bernameya xwe ya berhemanîna çekê kîmawî berdewam dike.

Encûmena Asayişa Navdewletî duh ji bo gengeşekirina dosya çekê kîmawî ya Sûrî bi awayekî girtî rûnişt.

Roja 7ê Nîsanê bajarê Dûma yê Xûta Rojhilatê Şamê bi çekê kîmawî hat bombebarankirin, di encamê de zêdetir ji 60 welatiyên sivîl hatibûn kuştin, Amerîka û Brîtanya û Fransayê jî rêjîmê bi êrîşa kîmawî tometbar dikin.

Roja 14.4.2018an, bi tometa bikaranîna çekên kîmawî, Amerîka û Birîtanya û Frensa, hejmarek bingehên serbazî yên rêjîma Sûriyê bordûman kirin û bi bêtirî 100 mûşekan li wan bingehan dan, ku guman heye di wan de çekên kîmawî hatibin berhemanîn.

 

S. B