Helîkoptereke Rûsî li rojhilatê Sûriyê kete xwarê
Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê ragihand, şeva bûrî helîkopterek Rûsî ji cura Ka-52 li rojhilatê Sûriyê kete xwarê û 2 firokvanên wê canê xwe jidest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê ragihand, şeva bûrî helîkopterek Rûsî ji cura Ka-52 li rojhilatê Sûriyê kete xwarê û 2 firokvanên wê canê xwe jidest dan.
Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de da zanîn, helîkoptera ji cura Ka-52 dema li erkê xwe li rojhilatê Sûriyê pêk dianî kete xwarê û her du firokvanên wê canê xwe jidest dan.
Diyar kir jî, tîma hawarçûnê karîn termên her du firokvanan bibînin û vegerînin navenda ku helikopter jê firîya ye.
Wezaretê diyar kir jî, li gor zanyariyên destpêkê ew helikopter ji encama şaşîtiyeke teknîkî ketiye xwarê.
Ev firokeya Rûsî ya duyemîn e ku di heyama hefteyekê de li Sûriyê dikeve, ku Wezareta Bergîriyê ya Rûsî roja 3ê vê mehê ragihand ku firokeyeke wê ji cura SU-30 SM li nêzîk bajarê Ceblê yê li berava Sûrî kete xwarê û firokvanê wê jî canê xwe jidest da.
S. B