Artêşa Tirkiyê rê nade çekdarên opozîsyonê derbasî navçeyên Martala Ferêt bibin

Artêşa Tirkiyê rê neda karwaneke çekdarên opozîsyona Sûriyê ku ji parêzgeha Humsê derketibûn derbasî bakurê Sûriyê navçeyên Mertala Ferêt bibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê rê neda karwaneke çekdarên opozîsyona Sûriyê ku ji parêzgeha Humsê derketibûn derbasî bakurê Sûriyê navçeyên Mertala Ferêt bibe.

Medyayên ser bi opozîsyona Sûriyê belav kirin, artêşa Tirkiyê rê li ber karwana çekdarên opozîsyonê girt û nehîşt derbasî Efrînê bibe.

Li gor hatiye belavkirin, niha ew karwan li nêzîkî bajarê Babê li rojhilatê Helebê rawestiya ye û yekîneyên ser bi Mertala Ferêt dibêjin heger artêşa Tirkiyê rê nede, ew nikarin wê karwanê derbasî navçeyên xwe bikin.

Duh karwanek ji çekdarên opozîsyona Sûriyê ligel malbatên xwe ji bajarokê Restinê bi serperiştiya Rûsyayê hate derxistin û berê xwe da bakurê Sûriyê.

Ev yek di demekê de ye, ji zêdetir ji mehekê ve bi hezaran malbatên Ereb yên ku ji Xûtaya Rojhilatê Şamê  derketibûn li ber çavên artêşa Tirkiyê li Efrînê têne bicihkirin.

 

S. B