Trump biryar da ji rêkeftina atomî ya bi Îranê vekişe

Serokê Amerîkayê Donald Trump vekişandina welatê xwe ji rêkeftina atomî li gel Îranê ragihand û got ku, Îran alîkariya Hemas, El-Qaide û Hibulah dike û divê sizayên tund li ser werin sepandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîkayê Donald Trump vekişandina welatê xwe ji rêkeftina atomî li gel Îranê ragihand û got ku, Îran alîkariya Hemas, El-Qaide û Hibulah dike û divê sizayên tund li ser werin sepandin.

Di gotarekê de Serokê Amerîkayê Donald Trump ragehand ku, welatê wî ji rêkeftina atomî ya Îran û grûpa 5+1 vekişiya û dê li rêyên din bigere, da ku rê li ber çalakiyên Îranê yên xirab re bigre.

Herwiha Trump da zanîn ku, Îran derbarê rêkeftinê de ne rastgo bû û li ser perepêdan û bidestxstna çekê kîmawî berdewam e û tekez kir jî, Tehran sponserê sereke yê terorê ye û alîkariya Hemas, El-Qaide û Hizbulah dike û divê were sizadan.

 

S. B