Îsraîl Sûriyê dîsa armanc dike

Artêşa Sûriyê radigihîne, sîstema wê ya berevaniya esmanî du mûşekên Îsraîlî li esmanê gundawên Şamê xistin xwarê.

K24 – Nanenda Nûçeyan

Artêşa Sûriyê radigihîne, sîstema wê ya berevaniya esmanî du mûşekên Îsraîlî li esmanê gundawên Şamê xistin xwarê.

Ajansa “SANA” ya Sûriyê ya fermî li ser zarê jêderekî leşkerî belav kiriye sîstema wê ya berevaniya esmanî du mûşekên Îsraîlî li esmanê navçeya Kiswê li başûrê Şamê xistin xwarê.

Ji aliyê xwe çalakvanan hin girtevîdyo li tûra civakî belav kirin, tê de agirekî mezin diyar dibe û tîmên agirkujê hewla vemirandina wî agirî didin.

Derbarê vê bûyerê de, Peyvdarê artêşa Îsraîlê ti daxuyaniyekê li ser wê bûyerê neda medyayê, ku tê de êrîşa mûşekî ya Îsraîlî li ser Sûriyê piştrast bike yan red bike.

 

S. B