Netanyahu û Putin mijarên Îran û Sûriyê gotûbêj dikin

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re li Moskoyê dicive û hejmarek ji dosyên navçê gotûbêj dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re li Moskoyê dicive û hejmarek ji dosyên navçê gotûbêj dikin.

Serokwezîrê Îsraîlê berî ku ber bi Moskoyê ve birê bikeve li firokxaneya Til Avivê ragihand, di rewşa niha ya li Sûriyê de girîng e hevahengiya bihêztir di navbera Rûsya û Îsraîlê de hebe.

Li gor hatiye belavkirin, mijarên sereke yên civîna Netanyahu û Putin vekişandina Amerîka ji rêkeftina atomî ya bi Îranê re û hebûna xurt a Îranê li Sûriyê ne.

Ev serdana Serokwezîrê Îsraîlê ji Moskoyê re piştî wê yekê tê, duhî Serokê Amerîkayê Donald Trump vekişandina welatê xwe ji rêkeftina atomî li gel Îranê ragihandibû.

 

S. B