Rûhanî ji ajansa wizeya atomî re got: Çi pêwîst e bikin

Di karvedana piştî gotara Serokê Amerîka Donald Trump a vekişandina ji rêkeftina atomî, Serokê Îranê Hesen Rûhanî tekez kir, wî rênima dane ajansa wizê ya welatê xwe, her tiştê pêwîst be bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di karvedana piştî gotara Serokê Amerîka Donald Trump a  vekişandina ji rêkeftina atomî, Serokê Îranê Hesen Rûhanî tekez kir, wî rênima dane ajansa wizê ya welatê xwe, her tiştê pêwîst be bikin.

Rûhanî bersiva biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê vekişandina ji rêkeftina atomî da û ragehand ku, rêkeftina me ne bi Amerîkayê re bû lê rêkeftineke navnetewî bû.

Serokê Amerîkayê Donald Trump şeva bûrî biryara vekişandina welatê xwe ji rêkeftina atomî li gel Îranê da û ragehand ku, ew dê cezayên tund li ser wî welatî bisepînin.

Derbarê vê yekê Serokê Îranê Hesen Rûhanî bersiva Trump da û got ku, wî ajnasa anerjiya atomî ya Îranê agehdar kiriye ku, tiştê pêwîst bikin.

Herwiha Rûhanî da zanîn ku, rêkeftina wan ya atomî rêkefitneke navnetewî ye û ne bi Amerîkayê re bû, tekez kir ku, ew dê careke din tevger û çalakiyên xwe derbarê Yoranyomê zêdetir bikin.

 

S. B