Îsraîl binkeyên Îranî li Sûriyê bombebaran dike
Artêşa Îsraîlê ragihand, firokeyên wê yên şer bi dehan armancên leşkerî yên girêdayî Feyleqa Qudis a Îranî li Sûriyê armanc girtine.
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Îsraîlê ragihand, firokeyên wê yên şer bi dehan armancên leşkerî yên girêdayî Feyleqa Qudis a Îranî li Sûriyê armanc girtine.
Li gor artêşa Îsraîlê, firokeyên wê Binkeyên hejmarek ji binke, navend û komkgehên çekdan ên Feyleq Qudis a Îranî li Sûriyê armanc girtinê, ji wan jî:
Binkeyênistixbaratê, binkeyên Fermandariya Lojistîk, Navendeke leşkerî û navendeke lojistî li Kiswê, Leşkergeheke Îranê li bakurê Şamê, komgehên çekan li Firokxaneya Şamê ya Navdewletî, sîstem û binkeyên istixbaratê û xalên çavdêrî û leşkerî û amrazên şer li navçeyên pevçûnan.

Li gor daxuyaniya artêşa Îsraîlê, firokeyên wê di nava bersivdayîna sîstemên berevaniyê yê Sûriyê êrîşên xwe kirin û hemû firoke bi saxî vegeriyan binkeyên xwe.
Da zanîn jî, ev êrîşa Îsraîlê piştî wê yekê hat Feyleqa Qudis a Îranê ji Sûriyê ve binkeyên Îsraîlê li Colanê bi çend mûşekan armanc girtibûn.
Herwiha artêşa Îsralê gefa wê yekê xwar, her êrîşeke Îranî ji nava xaka Sûriyê li ser wê were kirin, dê bi awayekî tundtir bersiv bide. Herwiha rêjîma Sûriyê bi her tiştê li ser xaka wê dibe berpirs zanî.
Ji aliyê xwe ve, ajansa “SANA” a Sûrî ya fermî, Mûşekên Îsraîlî li bajarê Beis ê li parêzgeha Quneyterê û li başûrê Humsê ketine.
Ragihand jî, hêzên berevaniya esmanî yên Sûrî hejmarek ji mûşekan jinav birine û hejmarek din jî armancên xwe pêk anîne. Ew mûşek li Ketîbeyên Berevaniya esmanî, radar û embarên çekan ketine.
S. B