Esed: Amerîka bi riya teroristan dixwaze Sûriyê perçe bike

Serokê Sûriyê Beşar Esed Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi hêzeke terorist binav kir û got, Amerîka li bakurê Sûriyê bi riya piştevaniya teroristan re dixwaze Sûriyê yekgirtî nemîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Sûriyê Beşar Esed Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi hêzeke terorist binav kir û got, Amerîka li bakurê Sûriyê bi riya piştevaniya teroristan re dixwaze Sûriyê yekgirtî nemîne.

Serokê Sûriyê Beşar Esed di hevdîtinekê bi rojnameya “Kathimerini” a Yonanî re ragihand, Amerîka, Brîtanya, Fransa, Tirkiye, Siûdiye û Qeter di ber şerê li Sûriyê dibe berpirs in û ew welat piştevaniyê terorê dikin.

Beşar Esed got jî, destpêkê wan şerê teroristan dikin û pişê wê jî dê şerê her aliyekî dagîrker bikin, heger Siûdiye, Tirkiye, Amerîka yan Fransa be, ku ew welat bi awayekî ne yasayî derbasî Sûriyê bûne û ji ber wê yekê ew dijminê wan e.

Esed tekez kir jî, heger terorist hatin jinavbirin, wê demê ew dikarin salekê de aramiyê vegerînin tevahiya Sûriyê.

Li ser piştevaniya Amerîka ji çend hêzên li Sûriyê re li bakurê Sûriyê, di nava wan de piştevaniya ji HSDê re, Esed got, navên wan hêzan çe be û çi yekîne bin, ew hemû jî terorist in û Amerîka bi riya wan hêzan dixwaze destê xwe dane ser bakurê rojhilatê Sûriyê û Sûriyê dabeş bike.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî û Amerîka ji sala 2015an ve dest bi operasyonan li dijî DAIŞê li rojhilatê çemê Ferêt kiriye.

Li ser êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê, Esed got, hebûna leşkerê Tirkiyê li ser xaka Sûriyê dagîrkirin e. Dema Amerîka û welatên rojava kontrola teroristan jidest dan, desteke dan Tirkiyê derbasî Sûriyê bibe û rewşê aloztir bike. Ne jidestêwerdana Tirkiyê ba, rewşa Sûriyê bi awayekî bilez ber bi çareseriyê ve diçû.

Esed tekezî li ser wî yekê jî kir, ewê rê nadin vê yekê û dê karê xwe bikin ji bo Sûriye yekgirtî bimîne.

 

S. B