Bi vîdyo .. Pasewanên Ebadî li pêşya çavên mezinên xwe li xelkê didin
Heyder Ebadî li bajarê Babilê çalakiyeke bengeşe ji bo lîsta xwe lidar dixist û pasewanên wî li pêşya çavên mezinên xwe destdirêjiyê li ser welatiyan dikin.

K24 - Navenda Nûçeyan
Malpera El-Xed Press, girte vîdyoyek belav kiriye, ku bi gotina malperê, wê girte vîdyoyê dilgiraniyeke mezin li pey xwe aniye, ji ber ku têde hejmarek ji pasewanan bi cilên sivîl, bi boks û pihnan li jimareke welatî didin.
Wê malperê nivîsiye, ku ew kesên li xelkê didin, pasewanên serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ne.
Herwiha malpera navhatî diyar kir, ku ew êrîş di demekê de bûye, ku Heyder Ebadî serokê lîsta Nesir ji bo hilbijartinên Iraqê, li bajarê Babilê çalakiyeke bengeşe ji bo lîsta xwe lidar dixist û pasewanên wî li pêşya çavên mezinên xwe ew destdirêjî li ser welatiyan dikin.
N.O