Biryara Trump Rûsya û Tirkiyê dilgiran dike

Serokê Rûsya û Serokomarê Tirkiyê nîgeraniyên xwe ji biryara Serokê Amerîka Donald Trump a vekişîne ji rêkeftina atomî ya Îranî derbirîn û ew biryar bi “çewt” binavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Rûsya û Serokomarê Tirkiyê nîgeraniyên xwe ji biryara Serokê Amerîka Donald Trump a vekişîna ji rêkeftina atomî ya bi Îranî re derbirîn û ew biryar bi “çewt” binavkirin.

Li gor ajansa “Anadolu” Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan di pêwendiyeke telefonî de rewşa Sûriyê û biryara vekişîna Amerîka ji rêkeftina atomî bi Îranê re gotûbêj kirin û ew biryar bi “çewt” binavkirin û hevnêrîn bûn ku divê Amerîka li şûna vekişînê riyên dîplomasî bigirta ber.

Her li gor zanyariyên wê ajansê, Putin û Erdogan nîgeraniyên xwe ji aloziyên vê dawiyê li Sûriyê bûne derbirîn.

Roja 8ê vê mehê Serokê Amerîka Donald Trump vekişîna welatê xwe ji rêkeftina atomî ya bi Îranê re ragihand û tekezî li ser wê yekê kir, ewê cezayên tund li ser wî welatî bisepînin.

Herwiha Trump da zanîn ku, Îran derbarê rêkeftinê de ne rastgo bû û li ser perepêdan û bidestxistna çekê kîmawî berdewam e û tekez kir jî, Tehran sponserê sereke yê terorê ye û alîkariya Hemas, El-Qaide û Hizbulah dike û divê were sizadan.

 

S. B