Rûsya: Me ti rêkevtin derbarê mûşekên S300 li gel Sûryê nekiriye

Berî niha Rûsya ragihandibû, ku piştî êrîşa sê alî ya Amerîkî, Frensî û Birîtanî, dibe ku ew sîstema mûşekî ya dijî firokeyan S300, radestî artêşa Sûryê bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Alîkarê serokê Rûsya ji bo hevkariya serbazî û teknîkî Vladimir Kochin ragihand, ku ti danûstandin derbarê radestkirina sîstemê mûşekî ya S300 ji bo Hikûmeta Sûryê nehatine kirin.

Vladimir Kochin diyar kir, ku heya niha ti gotûbêj di wê derbarê de nehatine kirin û pêdiviyên pêwîstiya hêzên çekdar ên Sûrî bi wan heye li cem artêşa Sûrî peyda dibin.

Berî niha Rûsya ragihandibû, ku piştî êrîşa sê alî ya Amerîkî, Frensî û Birîtanî, dibe ku ew sîstema mûşekî ya dijî firokeyan S300, radestî artêşa Sûryê bike.

N.O