Amerîka: Hevpeymaniyeke nû li dijî Îranê pêk tînin
Wezareta Derve ya Amerîka ragihand, Washington hevpeymaniyekê li dijî Îranê û hewlên wê yên têkdana aramiyê li navçê pêk tîne.
Wezareta Derve ya Amerîka ragihand, Washington hevpeymaniyekê li dijî Îranê û hewlên wê yên têkdana aramiyê li navçê pêk tîne.
Biryar e Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo roja Duşemê bê 21ê vê mehê di gotarekê de derbarê siyaseta derve ya Amerîka de bi hûrî behsa Îranê bike û bîrokeya pêkanîna hevpeymaniyeke nû rabigihîne.
Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert duh ji rojnamevanan re ragihand, Amerîka kar ji bo pêknîna hevpeymaneke nû dike.
Got jî, Amerîka gelek welatan bi armanca çavdêrîkirina Komara Îslamî ya Îranê kom dike, ne tenê ji bo rêkeftina atomî, belkû ji bo hemû çalakiyên wê yên ku aramiya navçê û tevahiya cîjanê têk dide.
Herwiha got jî, ev hevpeymanî ne li dijî gelê Îranê ye, belkû li dijî kiryarên rêjîma Îranê ye.
Heather Nauert aşkere kir jî, Wezareta Derve pêşwazî li 200 dîplomatkar û balyozên biyanî kiriye, ji bo helwesta Amerîka derbarê vekişîna ji rêkeftina atomî ya bi Îranê re zelal bike.
Serokê Amerîkayê Donald Trump 8ê vê mehê biryara vekişandina welatê xwe ji rêkeftina atomî ya bi Îranê da û ragehand ku, ewê cezayên tund li ser wî welatî bisepînin.
S. B